Dewleta Tirk xwişk û bira birîndar kirin
Di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Til Temirê de xwişk û bira Macîda Xidir El Bebî û Hatim birîndar bûn.
Di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Til Temirê de xwişk û bira Macîda Xidir El Bebî û Hatim birîndar bûn.
Di bombebaran artêşa Tirk a dagirker û artêşa ji çeteyan berhevkirî ya bi ser gundê Um El Xêr ê Til Temirê de xwişk û bira Macîda Xidir El Bebî (16) û Hatim (24) birîndar bûn.
Birîndarên rakirin nexweşxaneyê tên dermankirin.
Dewleta Tirk, bi şev dest bi bombe kirina gundên Til Temirê kiribû û li gundê Um Kêfê kesek birîndar bûbû.