Dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê Mistefayê 67 salî kuşt

Şêxmûs Qasim Mistefa yê ku li Efrînê hatibû revandin û 14 roj in di destê çeteyan de de, bi êşkenceyê hate kuştin.

Çeteyên Feyleq El Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 14 roj berê Şêxmûs Qasim Mistefa (67) revandibûn. Mistefa ji gundê Meydan Ikbêsê hatibû revandin û ji ber êşkenceya giran jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ragihandine çeteyan telefonî malbata Mistefa kirine û xwestine bila werin cenaze bibin. Malbat vê sibehê çû zindana li navçeya Racoyê û cenaze wergirt. Hate ragihandin li ser bedena wî şopên êşkenceyê hebû.