Dewleta Tirk Til Rifet bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundekî navçeya Til Rifet a Şehbayê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker derdora saet 23.00’an de li gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifet a Şehbayê bombebaran kir. Der barê êrîşê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker danê êvarê gundên din ên Şehba û Minbicê jî bombebaran kir.

Di êrîşa li ser gundê Ewn Dadat a Minbicê de 2 gundî birîndar bûn.

Her wiha gundên Til Mediq, Werdiyê, Qeremêl û Hisiye yên Şehba bi dijwarî hatin bombebarankirin.