Dewleta Tirk li Serêkaniyê sivîlek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker sivîlekî ku dixwest li gundê xwe yê li Serêkaniyê vegere qetil kir.

Kesê bi navê Mihemed Hesen El Cabir ku hewl dida ji Reqayê vegere gundê xwe Mîgrîn ê li rojavayê Til Xelefê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Hate ragihandin ku çeteyên dagirker ji gundê Kaşka yê Serêkaniyê gule li sivîlan reşandine û di encamê de Mihemed El Cabir jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl jî birîndar bûn.

Cenazeyê Mihemed El Cabir ê ji eşîra El Amirê birin Nexweşxaneya Selam a li Serêkaniyê.