Dewleta Tirk li ser sînor zarokek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser malbatekê ku hewl dida ji sînor derbas bibe. Di encamê de zarokekî 11 salî qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser malbatekê ku hewl dida ji sînor derbas bibe. Di encamê de zarokekî 11 salî qetil kir.
Li gorî agahiyan, malbateke li gundê Xezna yê navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê, dema ku hewl da ji sînor derbas bibe, bû hedefa êrişa leşkerên Tirk.
Êriş li qadeke sînor a navbera gundên Îbrahîmiyê û Feqîra qewimî. Zarokê 11 salî Adil Ebdulezîz ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin. Li gorî agahiyan êriş beriya du rojan hatibû kirin.