Dewleta Tirk li Efrînê sivîlek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sivîlek revand û bi êşkenceyê ew qetil kir.

Evdirehman Îbîş Bîko ê 38 salî ku li gundê Kurzêlê yê Şêrawa a Efrînê dijiya, beriya bi du mehan hatibû revandin.

Bîko ji hêla koma çete ya bi navê Hamzet a bi ser Tirkiyê ve hatibû revandin, çeteyên bi ser Tirkan ve êşkenceyeke giran li Bîko kirin.

Bîko beriya bi 20 rojan di ber fîdyeyê de ku malbata wî dabû hate berdan lê ji ber êşkenceya ku lê kiribûn bi giranî birîndar bûbû û piştî ku hate berdan bi 20 rojan şehîd bû.

Bîko li Efrînê li aşxaneyekê dixebitî û bavê sê zaroyan bû.

Dewleta Tirk bi rengekî sîstematîk li Efrînê sivîlan direvîne, êşkence li wan dike û wan qetil dike.