Dewleta Tirk li Efrînê 300 darên zeytûnan birî

Li Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, 300 dar ji aliyê dagirkeran ve hate birîn.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Qerqînê yê Şeraya Efrînê 300 darên zeytûnan birîne.

Dewleta Tirk berê jî li Çiyayê Hawarê qadeke 4 kîlometre şewitandibû, bi hezaran darên zeytûnan jî birîbûn.

Ji Adara 2018’an û vir ve Efrîn tê dagirkirin. Sivîl dibin hedefa êrîşên hovane, li ser xweza û dîrokê jî qetlîam tê kirin.

Li qadên Rêveberiya Xweser a ku nehatiye dagirkirin jî ji meha Gulanê û vir ve pêleke êrîşê heye. Di êrîşan de aboriya herêmê dikin hedef. Ji meha Gulanê û heta niha herî kêm 100 hezar donim genim û ceh, 360 donim jî darên zeytûnan bûne xwelî.