Dewleta Tirk li Efrînê 11 kes revand

Li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li navçeya Mabatayê 11 sivîl ji bo fidyeyê hatin revandin.

Artêşa Tirk a dagirker sûcên dermirovî li dijî sivîlên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî didomîne. Her wiha sûcê revandina sivîlan a bi destê çeteyan ji bo xwestina fidyeyan zêdetir bûne.

Li gorî çavkaniyên taybet ji navçeya Mabatayê, çeteyên bi navê Cebhet El-Şamiye yên bi ser dagirkeriyê ve duh 8 şênî ji gundê Reca revandin.

Navên kesên revandî wiha ne; Elî Hemo, Husên Şêxo, Ezîz Şêxo, Betal Mihemed Şêxo, Heysem Remzî Hecî Hemo, Henîf Arif Şerê, Mihemed Birîm, Henîf Henan.

Çavkaniyan destnîşan kir çeteyan ji bo kesên ku revandine berdin fîdye ji malbatan xwestine.

Her wiha piştî ku fîdye dane Henîf Henan û Mihemed Birîm hatine berdan, lê hê jî aqûbeta wan ne diyar e.

Her wiha çavkaniyên ji gundê Meimila yê girêdayî navçeya Mabatayê diyar kirin ku çeteyên Fatih Sultan Mehmet gelek şênî ji gund revandine.

Navên hin kesên ku hatine revandin wiha ne: Lawend Umer Simo (20), Mihemed Menan Birîm (32) û Ciwan Şukrî Umer (20). Her wiha hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, gel li dijî dagirkerî û sûcên domdar ên li dijî sivîlan xwedî helwest in.

Duh li navçeya Mabatayê xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê li dar ket. Li aliyekî din jî şêniyên bajarê Girê Spî li dijî dagirkeriyê serî hilda û xwest ku sivîlên ku hatine girtin werin berdan.