Dewleta Tirk hate protestokirin, bang li NY’ê hate kirin-NÛ BÛ
Rêxistinên Mafên Mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser sûcên mirovayetiyê yên dewleta Tirk û bang li NY kir ku bila li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.
Rêxistinên Mafên Mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser sûcên mirovayetiyê yên dewleta Tirk û bang li NY kir ku bila li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.
Îro rêxistin û saziyên mafên mirovan daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyanî li pêşiya navenda Rêxistina Mafên Mirovan şaxê herêma Firatê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî hat kirin ku destwerdanê bike û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tîne, asteng bikin.
Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, endamên meclîsa mafên mirovan di NY`yê de, serokê komîteya lêpirsînê li Sûriyeyê Paulo Pinero, gerînendetiya rêveber a desteya NY`yê ya jin Fumzili Malampo Nguca dikin.
Tişa ku pêwendîdarên mafên mirovan çi yên herêmî bin û çi navnetewî bin dibêjin rastiya pêkanîna dewleta Tirk di her saetekê li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dike. Ew jî yan sûcekî sere yan sûcekî dermirovî ye yan jî guhertina demografî, qirkirinên komî, qirkinên etnîk û diziya endamên laşên zarokan e.”
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk berbijêrka ku nîvê sûcên xwe li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, ji ber jinên li herêmên navborî di şikandina îradeya terorîstên li Kobanê, Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê roleke pêşeng lîstin, lewma li xweşiya dewleta Tirk neyê û jinan direvîne û wan ji mafên dayîkbûnê bê par dike. Di heman demê de li ser jinan hem di aliyê derûnî û hem jî ji aliyê fîzîkî de êşkence tê kirin, bi hemû rê û rêbazan sûcan hovane pêk tîne, destdirêjiyê li wan dike, bi darê zorê dihêle xerabiyê bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê parve kir ku dewleta Tirk û komên çete yên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, berpirsên sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin û ji ber sûcên wan di madeyên 5, 6, 7 û 8 ên Peymana Romayê û bi xwe jî bingeha cezayên navdewletî yên 1998`an e ku ew jî sûcên navdewletî ne li gel ku di madeya 9`an a vê pergelê ye.Pêwîstî pê heye ku dozgerê giştî yê navneteweyî li gorî madeya 15`an tev bigere û ew bi xwe jî madeyên Roma yên sereke ye, lewma divê bangewaziya xwe bigihînin Desteya NY`yê û dest bi danezana qanûnên navneteweyî yên giştî û mirovî nexasim ên madeyên 4 û 2 ên hevpeyaman NY`yê û madeyên 1-89`an ên protokolê sala 1977`an ku hevpeymanên Cinêva çaremîn ên 1949`an temam dike û madeya 147`an ji hevpeyaman cinêvê ya 1949`an.
Her wiha rêxistinê banga avakirina komîteya lêpirsîna navneteweyî kir, da ku sûcên li dijî şêniyên bajarê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêkanîne lêkolîn bikin, komên çekdar û malbatên wan ji bajarê Efrînê derxin û garantiya vegera şêniyan li cih û warên wan bide.
Saziyên ku daxuyanî dan ev in: Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan li Sûriyeyê, Meclîsa Edaleta Civakî ya Cizîrê, Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Parêzeran a li Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê.