Dewleta Tirk êrîş kir: Leşkerên girêdayî hikûmeta Şamê birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temir kir. Di êrîşê de 6 leşkerên a hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê sibehê bi dijwarî gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê bombebaran kirin. 6 leşkerên hêzên parastina sînor ên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Navê leşkerên birîndar ên girêdayî hikûmeta Şamê wiha ne: "Mihemed Omer El-Omer, Usama Mehmûd Cermanî, Zûlfeqar El-Seyd, Mihemed Berzan, Elî Emûrî Kenan û Zahir Kezexistiyê."

Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

NÊZÎ 100 HAWAN Û FUZE HAT AVÊTIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 100 hawan û fuze avêtin gundê Um Kêfê. Her wiha di encama bombebaranê de ziyanek mezin gihîşt mal û milkên xelkê deverê. Her wiha hate hînbûn ku li Til Temirê şebekeyên ceyranê xera bûne û ceyran qut bûye.