Dewleta Tirk Efrîniyan direvîne

Li Efrînê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê didome. Dewleta Tirk û çeteyên wê ku heta niha bi sedan Efrînî revandine duh jî 60 kes revandin.

Talan, êşkence, revandina dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê didome. Dewleta Tirk û çeteyên ku heta niha bi sedan Efrînî revandin her roja ku diçe êrîşên xwe yên li ser gel girantir dikin, dikevin malan, êşkence li maliyan dikin û hemûyan direvînin. Li gorî jêderên ku ji Efrînê agahî dane dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê, li gundê Dargirê nêzî 60 kesî revandin.

NAYÊ ZANÎN BÊ KA ÇI BI SERÊ REVANDIYAN HATIYE

Li gorî jêderkên xwecih duh saet 04.00’an dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Dargirê dorpêç kirin. Çeteyên ku bi wesayitên zirxî ketin gund ji malbata Elîko 60 kes bi zorê revandin. Jêderkan diyar kirin, çeteyên ku ketin gund kincên DAÎŞ’iyan li wan bûne, bi kotekî û tehdeyê ew li wesayitan siwr kirine. Heta niha nayê zanîn bê ka gundî birine kûderê.

Çend kesên ku hatine revandin û navê wan zelal bûne:

Nazmi Ehmed Elîko, Sebrî Ehmed Elîko, Mihemmed Omer Elîko, Xelîl Omer Elîko, Cîger Omer Elîko, Reşîd Ehmed Elîko, Kawa Reşid Elîko, Şiyar Nezîr Hemal, Mihemmed Fethi Hemal, Ezîz Menan Mistefa, Emîn Eziz Menan, Mihemmed Menan Mistefa,Emîn Wello (bi navê Sêvîn tê nasîn), Şiyar Mihemmed Menan, Bezat Mihemmed Sileman, Arif Cemîl Arif.  Eshed Mistefa Yusif, Ehmde Mihemmed Elîko.