Dewleta Tirk bombeyan li gundên Şêrawa û Til Rifatê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker li gorî dema herêmê saet di 12:20'an de bi topan bombe li gundên Ziyaretê, Aqîbê û Bênê barand. Ji ber vê bombardûmana ku li qada sivîlan hate kirin, agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Dewleta Tirk a dagirker herêmên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêk û pêk bombe dike.

Dema dawî bi taybetî bombe li zeviyên çandiniyê tê kirin ku çavkaniya bingehîn a aboriya herêmê ye û bi vî rengî sûcê şer tên kirin.

16'ê Hezîranê gundên Arîda û Xirbetbeger ên Girê Spî hatin bombekirin.

15'ê Hezîranê bi hawan û fuzeyan navçeya Til Rifat a Kantona Şehbayê hate bombekirin.

14'ê Hezîranê vê carê gundên Um El Xêr û Til Leben ên li başûrrojavayê Til Temirê hatin bombekirin.

13'ê Hezîranê bi topan gundê Dibis ê li rojavayê Eyn Îsayê hate bombekirin.

10'ê Hezîranê zeviyên çandiniyê yên li gundên Qasimiyê, Rêhaniyê û Raşidiyê yên li bakur rojavayê Til Temirê hatin bombekirin.

Ji destpêka meha Gulanê û heta 3'ê Hezîranê ve 100 hezar donim zeviyên genim û ceh û 360 donim bexçeyên zeytûnan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin.