Dewleta Tirk bombe li kantonên Şehba û Efrînê barand

Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete doh bi şev bombe li navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê û hin gundên kantona Şehbayê barandin.

Li gorî agahiyên ji aliyê ANHA'yê ve hatin weşandin, dewleta Tirk ad agirker li gel çeteyên xwe doh bi şev bi topên giran bombe li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê û gundê Eyn Deqnê barand.

Li gel van êrişan gundên Soxanekê, Qentere, Meyase û Bûrcqas ên Şêrawayê, her wiha gundên Şewarxe, Merenaz û Malikiyê yên Şêrayê jî bombe kirin.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 200 top avêtiye van herêman.

Li ser ziyana ku ji ber bombardûmanê rû da hîn agahî bi dest neketine.