Dewleta Tirk bombe li gundên Şehbayê barand

Dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li gundên Şehbayê barand. Li Til Temirê jî liv û tevgera balafirên keşfê dewam dike.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi tang û fuzeyan gundên Ûm Qura û Ûm Hoş ên Kantona Şehbayê bomberan kirin.

Bombardûman piştî êrişa bi balafirên bêmirov ên biçek a dewleta Tirk li ser Kobanê hate kirin.

Dewleta Tirk 9'ê Gulanê êriş bir ser gundên Ûm Hoş û Ûm Qura û zewiyên ceh û genim ên li herêmê şewitand.

Di van kêliyan de balafirên dewleta Tirk li ser ezmanê Til Temirê digerin.

Liv û tevger bi êrişên hemdem ên dewleta Tirk li ser kantona Şehba û Kobanê pêk tê.