Dewleta Tirk baregeheke din çêkir
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregeheke din a leşkerî çêkir.
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregeheke din a leşkerî çêkir.
Dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Eyn Îsayê baregeheke din a leşkerî ava kir. Baregeh bi kîlometreyekê dûrî rêya bejahî ya M4 û li nêzî gundê Hoşanê ye. Li baregeha nû radar, wesayitên leşkerî û çekên giran hene.
Dewleta Tirk a dagirker di nava 3 mehan de bi 2 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Eyn Îsayê 3 baregehên leşkerî ava kir.
Dewleta Tirk li baregehên nêzî rêya M4 bi 32 kîlometreyî li kûrahiya xaka Sûriyeyê sîstema radarê bi cih dike.
Ji dema avakirina baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û vir ve 6 sivîl hatin qetilkirin û 16 jî birîndar bûn.