Dewleta Tirk a dagirker zeviyên Til Temirê dişewitîne û zad didize

Dewleta Tirk zêdeyî 50 hezar donim zeviyên li Til Temirê dagir kir, 20 hezar donim şewitand û zadê li herêmê jî dizî û bir Tirkiyeyê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, dewleta Tirk ku Serêkaniyê, Girê Spî û beşeke mezin a Til Temirê dagir kiriye, tevî çeteyên xwe êrişê dibe ser aboriya şêniyên herêmê.

Çandinî ji bo aboriya herêmê gelekî girîng e, lewma bi giranî zeviyên hatine çandin dişewitînin. Hêzên dagirker li Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û Zirganê bi deh hezaran donim zeviyên çandiniyê şewitandin.

'ÇAVKANIYA SEREKE YA HATINEYA GELÊ HERÊMÊ BÛ'

Endamê Rêveberiya Komîteya Aboriyê ya Meclîsa Gel a Til Temirê Dildar Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe 50 hezar donim zeviyên gundên Til Temirê dagir kirine û got, "Ji ber ku cotkar nikarin biçînin û biçinin xisareke mezin a aboriyê li herêmê bûye. Ji ber ku piraniya gelê herêmê debara xwe bi çandiniyê dike."

'NAHÊLIN MIROV ŞEWATA LI ZEVIYAN VEMIRÎNIN'

Yûsif bal kişand ser şewitandina zeviyên çandiniyê û got, "Li herêma Til Temirê di serî de zeviyên genim piraniya zeviyên çandinî tên şewitandin. Heta niha li herêmên Til Temir û Zirganê zêdeyî 20 hezar donim zeviyên çandiniyê hatine şewitandin. Şêniyên herêmê hewl didin zewatê vemirînin, Lê belê dewlet Tirk û çete nahêlin. Nahêlin kes xwe nêzî zeviyan bikin û bi çekê êrişê dibin ser wan."

Yûsif got, "Mînak; depoyan talan dikin û zadê tê de dibin Tirkiyeyê."