Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesek revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê kesekî 78 salî revand.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku navê 'Polîsên sivîl' li xwe kirine, 8'ê Gulanê li gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê Mistefa Qere Mehmed ê 78 salî revandin.

Hate ragihandin ku Mehemed ê hatiye revandin birine zindaneke dagirkeran a li navçeyê.

Li gorî agahiyan Mistefa Qere Mehmed ê hate revandin nexweş e.