Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombebaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Til Enib û Zîwanê yên Kantona Şehbayê bombebaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Til Enib û Zîwanê yên Kantona Şehbayê bombebaran dike.
Bombebaranên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane didome û ji ber wan heta niha bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne û gelek ziyanên madî çêbûne.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Enib û Zîwanê yên girêdayî Kantona Şehbayê bombebaran dikin.
Têkildarê ziyanên bombebaranê ku dewam dike agahî nehat bidest xistin.