Dewleta Tirk a dagirker gundê Um El Kefê bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker herî kêm bi sed top û hawanan li gundê Um El Kef ê Til Temirê da.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 04.00’an de bi hawanan li gundê Um El Kef ê li rojavayê Til Temirê da.

Herî kê sed hawan û obus li gund ket.

Hate diyarkirin di bomberdûmanê de ji ber ku xisar gihiştiye tora elektrîkê, elektrîk jî hatiye birîn.