Dewleta Tirk a dagirker bombe li Kobanê barand

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek bombe li du deverên Kobanê barand.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, êrişa destpêkê li ser rê ya Helebê pêk hat. Hate ragihandin ku bi balafira bêmirov a biçek bombe li başûrê Kobanê hatiye barandin. Êrişa duyemîn jî li navenda bajarê Kobanê hate kirin.

Têkildarî encamên êrişê agahî bi dest neketin.

Liv û tevgera balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dike.