Dewleta Tirk a dagirker bombe li Şehba û Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li Kantona Şehbayê û gundên Şêrawayê barand.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li Kantona Şehbayê û gundên Şêrawayê barand.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi şev saet di 23:40'î de nêzî 100 top avêtin gundên Qinêtra, Bênê û Soxanakê yên navçeya Şêrawayê.
Saet derdora 24:50'î de jî gundên Eyn Deqnê, Meranaz, Bêlûmiye, Şewarxa yên navçeya Til Rifatê û Keleha Şewarxayê bombe kir.
Her wiha balafirên bêmirov li ser kantonên Şehba û Efrînê geriyan.
Dewleta Tirk a dagirker saet ji 01:00 û pê ve jî li gundên Dêr Cimêl, Ziyaretê û Aqîbê yên Şêrawayê xist.
Saet di 01:30'î de bi topan êrişî gundên Herbel û Semûqê yên kantona Şehbayê kirin.