Dewleta Tirk Çemê Firatê jî kiriye amûra şer!
Dewleta Tirk Çemê Firatê jî li dijî gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê ava Çemê Firatê weke amûreke şer bi kar tîne.
Dewleta Tirk Çemê Firatê jî li dijî gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê ava Çemê Firatê weke amûreke şer bi kar tîne.
Dewleta Tirk ji 2017'an û wir ve bi rengekî sîstematîk ava Çemê Firatê ji ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê dibire. Ji sala 2020'an û wir ve serê saniyeyekê diviya 500 metro kûp av bihata berdan lê dewleta Tirk tenê 200'î jê berdide. Û ji vê avê 60 ji 100'î ji axa Iraqê diçe. Ji 28'ê Çileya 2021'an û wir ve dewleta Tirk 60 ji 100'î yê ava Çemê Firat ji ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê biriye.
Çemê Firatê li nav xaka Sûriyê dirêjahiya wê 600 km ye, bi qasî 4 km fireh e û li ser çêm 3 bendav hene ku yek ji van Bendava Rojava (Tişrin e, li rojava-rojhilatê Minbicê ye, her wiha Bendava Firatê heye, ku bendava herî mezin a Sûriyê ye û li nêzî Reqayê ye, li pişt wê Gola Firatê heye û 14 milyar kûp av lê heye. Bendava Azadiyê jî li rex Reqayê ye. Ji bo gelên Sûriyê ava Çemê Firatê kana jiyanê ye. 6 milyon mirov ên Helebê û bajar û gundên derdora wê ava xwe ji çêm distîne. Li gorî daneyên Lijneya Çandiniyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê 400 hezar erdên çandiniyê li ser ava çêm in. Ev erd ji Cerablûsê heta bi Dêrazorê diçin. Li ser van erdan genim, ceh, darên fêkî, şînî û fêkî hene. Bi dehan gundên li dora çêm jî bi masîgiriyê debara xwe dikin.
Li gorî peymana sala 1987'an a di navbeyna dewleta Tirk û Sûriyê de diviya di her saniyê de 500 metre kûp av bihata berdan û 60 ji 100'î yê vê avê wê biçûya ser xaka Iraqê, ava Çemê Firatê ku bi salan wiha herikî ji 2017'an û wir ve bi rengekî sîstematîk tê birîn, rojiya remezanê ya 2017'an ji ber ku dewleta Tirk av birî, firahiya Çemê Firatê bû 1 km. Ji 28'ê Çile ya 2021'an û wir ve jî dewleta Tirk 60 ji 100'î yê avê biriye, tenê 200 metre kûp av diçe ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Li gorî rêveberiya Bendava Tişrinê ji bo ku hewcehiya elektrîkê ya gel bi cih were ev divê bi kêmanî 300 metre kûp be an na wê bendavên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ziwa bibin û gel nikaribe hewcehiya elektrîkê dabîne bike. Ava çem li Bakur-Rojhilatê Sûriyê 4 metroya kêm bûye, firehiya wê jî bûye 2 km. Tirsa gelê herêmê ew e ku dewleta Tirk ava bibire û bi carekê re berde û wiha ziyaneke mezin bigihije ser erd û malê wan. 2017'an dewleta Tirk av birîbû û bi carekê berdabû, ji ber vê gelek erdên Kobanê ziyan gihabû wan.
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê zêde baran nabare, ji ber vê gel mecbûr e ku erdên xwe av bide lê dewleta Tirk dema ku hewceyî bi avê çêdibe avê qtu dibe û çaxê de dema çinînê tê bi carekê re avê berdide û ziyanê dide ser dexl, şînî û fêkiyên gelê herêmê. Her wiha zivistanî dema ku hewceyî bi elektrîkê çêdibe avê dibire, ava Çemê Firatê weke amûreke şerê taybet li dijî gel bi kar tîne, bi vê re hiqûqa navnetewî binpê dike û sûcê mirovahiyê dike.