'Em ê li her derê destketiyên şoreşê biparêzin'
Endama Têkîlî û Îtifaqa Demokratîk a Kongra Star Ruken Ehmed li ser encamên Forûma Jinên Rojhilata Navîn axivî û got, “Şoreşa Rojava bû mala tevahî jinên cîhanê. Ji tevahî jinan re hembêz vekir.”
Endama Têkîlî û Îtifaqa Demokratîk a Kongra Star Ruken Ehmed li ser encamên Forûma Jinên Rojhilata Navîn axivî û got, “Şoreşa Rojava bû mala tevahî jinên cîhanê. Ji tevahî jinan re hembêz vekir.”
Kongreya Star bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jinan û bi aramanca danasîna destkeftiyên jinan a di qada şoreşê de bi dirûşma "Bi Hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin "Forûma Jinên Rojhilata Navîn” di 22-23’ê Tîrmehê de li dar xist. Forûm li Zanîngeha Rojava bi beşdariya 7 rêxistinên jinan ên Komîteya Zenûbiya, Meclîsa Jinên Suryan, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) pêk hat. Endama Têkilî û Îtifaqa Demokratîk a Kongra Star Ruken Ehmed derbarê armanca li darxistina forûmê axivî.
‘HEVGIRTINA NAVXWEYÎ XURT BE, BENDA PARASTINÊ JÎ EWQAS XURT DIBE’
Ehmed diyar kir ku armanca wan ezmûna ku ji şoreşê girtine, ligel jinên Rojhilata Navîn parve kirin bû û wiha got, “Forûm bi tevlîbûna gelek delegeyan û bi coşek mezin pêk hat. Di pêvajoyek wiha de kombûnek bi vî awayî gelek girîng bû. 10’emîn salvegera Şoreşê bû û pêwîstî bi nirxandinek berfireh hebû. Li ser rewşên siyasî, asta ku jin bidest xistine, xurtkirina têkilî, parastin, destkeftiyên jinan û xeteriyên li pêşiya jin çine? hatin nîqaş kirin. Hevgirtina navxweyî dema ku xurt be, benda parastinê jî ewqas xurt dibe. Pêwîstî bi kombûnek û hevgirtinek fikrî ya vî awayî hebû.
Ehmed destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya ku bi raman û felsefeya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye çavkaniya hêz û rêxistinbûna li dijî desthilatdariyê û wiha dewam kir, “Gelek rêxistinên jin ji ber êrîş û zextên dewletê hatibûn bêbandor kirin. Di vê mijarê de jinên Suryanî di forûmê de anîn ziman ku rêxistinek wan hebû, lê ji ber zextên rejîma Sûriyeyê, xebatên wan paşve çûbû û gotin ku piştî şoreşa Rojava cardin xwe komkirine ser hev û bi awayek çalak xebatên xwe rêve dibin. Şoreşa Rojava bûye mala tevahî jinên Sûriyeyê. Ji tevahî jinan re hembêz vekir.”
‘JINÊN KURD BÛN ÇAVKANIYA BERXWEDANA TEVAHÎ JINAN’
Ruken Ehmed anî ziman ku zilm û zordestiya desthilatdariyê ya li dijî Kurdan her dem di asta qirkirin û tunekirina çandî de pêk hatiye û wiha axivî, “Jinên Rojava bi mîrateya 50’î salî ya Tevgera Azadiyê Jinê û felsefeya Rêber Apo ku ji bo xwe kirin zemînek hêzê, bi şoreşê re bûn pêşengên tevahî jinan. Asta nîqaşên forûmê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê nebû. Ji ber jinên Kurd di nava 10 salan a şoreşê de bûn çavkaniya berxwedana tevahî jinên cîhanê û qezencên mezin bi dest xistin, bê guman nîqaş li ser çaresesriya tevahî pirsgirêkên jinên cîhanê hat dest girtin.
ENCAMÊN GIRÎNG DERKETIN HOLÊ
Ehmed bi bîr xist ku Şoreşa Rojava bi berdêlên giran bi ser ketiye û wiha domand, “Jinên kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku çavê tevahî cîhanê tirsandibû, li ber xwe dan. Jinên enternasyonal diyar dikin ku hêviya azadiya xwe di nava şoreşê de dibînin. Ev yek bêguman gelek girîng in. Bilindkirina asta têkoşînê û aktîfkirina jinan di her qadên jiyanê de hat nîqaş kirin. Di forûmê de hat ziman ku divê tevahî rêxistin û saziyên jin rola parastinê hildin ser milên xwe û girîngiyê bidin xebatên rêxistinbûnê. Her wiha hêzkirina hişmendiya azadiyê, rizgarkirina jinan ji herêmên dagirkirî hat nîqaş kirin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker benden parastinê avakirin jî yek ji mijarên nîqaşê yên girîng bûn.”
‘JI BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ EM AMADE NE’
Ehmed têkîldarê êrîşên dewleta Tirk a li dijî fermandarên jin jî nirxand û wiha axivî, “Em hersê fermandarên jin, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin. Şehîd Jiyan di forûmê de axivî bû û li ser feraseta parastinê ku divê bibe çandek civakî nirxandin kiribû. Girîngiya xwe parastin bi awayek berfireh nirxand. Di forûmê de tecrûbeyek mezin bi me re parve kir. Şehadeta wan me gelek bandor kir. Li her qadê êrîş li dijî pêşengên jin heye. Desthilatdarî jinên pêşeng dike hedef. Lê divê bê zanîn ku, jin zilmê qebûl nakin û serî natewînin. Em bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin û dibêjin, em ê li her qadê xwedî li destkeftiyên xwe derên û ji bo parastina wê çi ji destê me bê em amade ne bikin.”