Derewên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê

Erdogan û rêjîma wî ku behsa ewlekarî û parastina sînor dikin, ji sala 2011'an û vir ve bi hezaran çeteyên ji welatên cîhanê li Tirkiyeyê kom kir û derbasî Sûriyeyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker di her fersendê de îddîa dike ku ji sînorê Efrînê gerîla derbasî aliyê wê dibin û vî tiştî ji xwe re dike sedema êrîşan.

Herî dawî jî li van îddîayên xwe mijara çiyayên Amanosê zêde kir.

Her çendî rêjîma Erdogan van hincetan dide pêş jî, lê beriya êrîşên li ser Efrînê gelek caran li xwe mukir hat ku ew ê destûr nede gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bibin xwedî statu.

Erdogan û rêjîma wî ku behsa ewlekarî û parastina sînor dikin, ji sala 2011'an û vir ve bi hezaran çeteyên ji welatên cîhanê li Tirkiyeyê kom kir û derbasî Sûriyeyê kir.

Eger îro li Sûriyeyê behsa şerekî navxweyî û kuştina bi sed hezaran mirovî tê kirin, ev yek encama hevkariya Erdogan a li gel DAIŞ û El Qaîdê ye.

Yekemîn êrîşa li dijî Rojava di sala 2012'an de li bajarê Serêkaniyê ve hat kirin.

Wê demê li pêş çav cîhanê dewleta Tirk çeteyên El Nusra û Ehrar El Şam bi awayekî eşkere di deriyê sînor re derbasî Serêkaniyê kirin.

Serêkaniya ku piraniya wê nêzî salekê di bin dagirkeriya çeteyên El Nusra de bû, heta nehat rizgarkirin, dewleta Tirkiyeyê deriyê xwe yê sînor negirt.

Lê di mijara derbaskirina çete û terorîstan de, herî zêde jî deriyê Girê Sipî û Raî bikar anî.

Nêzî 3 salan herêmeke dirêj a sînorê Tirkiyê di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê de bû.

Li gelek bajarên mîna Konya, Dîlok, Stenbol û 7 deverên din ên Tirkiyê wargehên perwerdekirina çeteyan bi raya giştî re hatin parvekirin.

Bi dehan belgeyên ku nîşan didin endamên Çeteyên DAÎŞ'ê çawa di bin çavdêriya leşkerên Tirk re derbasî Sûriyeyê dibin, hatin amadekirin.

Tevî vê rastiyê jî, rojekê Erdogan û rêjîma wî hebûna çeteyên hov û êrişkar weke gef li ser ewlehiya xwe bi nav nekir.

Ya balkêş jî, hêzên ku îro destûr dane êrişa li ser Efrînê rastiya pêwendiyên dewleta Tirk û DAIŞ'ê parve kiribûn.

Rêveberiya Rûsyayê di sala 2016'an de dîmenên bazirganiya petrolê ya di navbera malbata Erdogan û çeteyên DAIŞ'ê de bi cîhanê re par ve kir.

(dîmenên bazirganiya petrolê ya di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û malbata Erdogan de  https://ruptly.tv/vod/20151205-054))

Bi dehan belgeyên ku hevkariya Erdogan û DAIŞ'ê piştrast dikin gihiştin ber destê Welatên Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî.

Tevî vê hevkariya Erdogan û desteka ku da komên çete jî, gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi pêşengiya hêza xwe ya parastinê QSD'ê, tevahiya deverên xwe ji dagirkeran paqij kirin.

Di encama vê berxwedanê de, îro li herêmên Kurd, Ereb, Xirîstiyan û hemû pêkhateyên din jiyana xwe di nava aramî, aştî û demokrasiyê de bi rê ve dibin.

Di rewşeke wiha de, Erdogan ê xwe li van destketiyan ranegirt, ji bo pergala federaliya demokratîk têk bibe, mil da milê çeteyên El Qaîdê, DAIŞ’ê û tevî van çeteyan li Efrînê bi rêbazên hovane Kurdan dikujin.