Demokratên sosyal ên Swêdê: Divê êrîş werin sekinandin

Demokratên sosyal ên Swêdê xwestin ku bila êrîşên li ser Efrînê were sekinandin.

Li herêma Dalarna ya Swêdê şaredarên demokratên sosyal, serokên meclîsên bajêr ên giştî û parlementeran daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ku bila êrîşên li ser Efrinê bila were sekinandin.

Teksta bangê di rojnameya Dala Demokrattenê de hate weşandin û hate diyarkirin ku Tirkiye li gorî biryara agirbesta Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevnagere û hate gotin ku, “Divê êrîşên zalimane yên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê werin sekinandin.”

Di daxuyaniyê de ev tiştî jî hate gotin, “Bomberdûmana Tirkiyeyê xisarê dide sivîlan. Agahî hene ku Tirkiye bombeya napalm û gaza klorê bi kar tîne. Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY tevbigere.

Van kesan piştgirî dan daxuyaniyê:

Maria Strömkvist, Roza Güçlü Hedin, Patrik Engström, Maria Olsson, şaredar û serokên meclîsên bajaran; Lars İsacsson, Anders Rosell, Jah Dahlqvist, Mats Nilsson, Nils-Erik Edlund, Gunnar Barke, Fredrik Rönning, Jan Bohman, Viktor Zakrisson, Elin Norden, Ola Gilen, Abbe Ronsten, Susanne Norberg, Irina Homman, Peter Egardt, Hans Unander û Ombudsmana herêma Dalarnayê Berfin Altun.