'Dema pêwîstî pê hebe HPC şer jî dike'
Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Melek Mahmûd destnîşan kir ku parastina xakê erkê her kesî ye û got, "HPC hêzeke leşkerî nîne, lê dema pêwîstî pê hebe şer jî dike."
Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Melek Mahmûd destnîşan kir ku parastina xakê erkê her kesî ye û got, "HPC hêzeke leşkerî nîne, lê dema pêwîstî pê hebe şer jî dike."
Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Melek Mahmûd a ji Qamişloyê sala 2017'an çû Serêkaniyê û sala 2019'an li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê li gel YPJ û YPG'ê têkoşiya. Melek Mahmûd qala wê demê kir: "Di şerê Serêkaniyê de hebûm. Min alîkarî dida karên cebilxaneyê. Bêguman gel jî dibû alîkar. HPC di pêvajoya Serêkaniyê de bi roleke girîng rabû. Gel ji bo xweparastinê seferberî ragihandibû. Ji xwe berxwedana herî mezin jî ji aliyê hêzên leşkerî ve hate nîşandan."
PARASTINÊ XURT DIKE
Melek Mahmûd destnîşan kir ku parastina xakê erka her kesî ye û bi bîr xist ku Hêzên Parastina Civakî cewhera parastina civakî ye," HPC hêzeke ku civakê temsîl dike. Karekî leşkerî nîne, lê belê dema pêwîstî pê hebe wê şer jî bike. Her kes xwe diparêze."
MEKANÎZMAYEKE XWEZAYÎ
Melek Mahmûd diyar kir ku ew welatê xwe ji êrişên dijmin diparêzin û got, "Çavên HPC'ê timî vekirî ne. Li nuqteyên kontrolê, li taxan her kes karekî dike. HPC'ê mekanîzmayeke xwezayî afirand. Li dijî êrişan, mekanîzmaya parastinê mecbûriyeteke. Haya gel jê heye ku parastina welat beriya her tiştî ye. Li gorî vê jî amadekarî kir, dike."
Melek Mahmûd ragihand ku gel xwe diparêze, li dijî şerê taybet xwe bi rêxistin dike, girîngiyê dide perwerdeyê û got, her kesên di nava HPC'ê de ne YPJ û YPG'ê weke zarokên xwe dibînin, "Em bi YPJ û YPG'ê re serbilind in. Welatê xwe, dayik û bavê xwe diparêzin û fedakariyê dikin."