Hîna jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike, ne dihêlin malbat û ne jî parêzer serdana wî bikin. Herî dawî di 25’ê Adara sala 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re bi qasî 5 deqîqeyan axivîbû. Hevdîtina dawî ya bi parêzeran jî di 7 Tebaxê 2019’an hatibû pêkanîn, ji wê demê heta niha rê nedane ku ti hevdîtinek pêk bê û tecrîd berdewam dike.
Dayîka Şehîd Şîlan Kobanê Fatme Silêman Hebeş di destpêka axaftina xwe de silavê xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji gerîlayên serê çiyan re şand û di derbarê dîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wiha axivî; “Min Rêbertî di sersala avabûna PKK’ê de li Akademiya Leşkerî de dît, keça min di şahiyê de jiyana xwe ji dest da. Keça min yeksalî bû. Wê demê keça min Şehîd Şîlan li gel min ma, di serê sibehê de min keça xwe ya jiyana xwe ji destdayî sipart axê. Piştre ez vegeriyam Akademiyê û Rêbertiyê ji min re got serê te sax be, min got bila qurbana we be.”
Fatmeyê diyar kir ku ji wan re hatiye gotin ku divê di akademiyê de nemînin, ji ber ku bi şev çekdar êrîşî akademiyê dikin û got “Rêbertiyê her tim behsa jin û li ser zilm û koletiya gel dikir. Ji me re digot şoreşa min şoreşa jinê ye. Ez bi taybetî ji bo jinê rabûm, ji ber her jin kole ye. Rêbertî got ku em soz didin ku rojekê em ê azad bin.”
‘RÊBERTÎ BI KÊFXWEŞIYA XWE DILÊ HER KESÎ ŞA DIKIR’
Dayika Fatme destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovekî ku her tim bi ken û kêfxweşiya xwe dilê her kesî şa dikir û axaftina xwe wiha domand; “Rêbertî bi her kesî re bi dilşadî û kêfxweşiya xwe dilê her kesî xweş û geş dikir, bi her kesî re wêne digirt û her tim bi zarokan re bi lîstok û wêneyên xwe dilê her kesî şa dikir.”
‘EM DIXWAZIN RÊBERÊ XWE BIBÎNIN’
Dayika Şehîd Şîlan Kobanê Yadê Fatme anî ziman ku dema cara yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye mala wan, wê nas nezaniye ku ew Ocalan e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Çima Rêberê her kesî bi azadî dijîn lê çima yê me di girtîgehê de ye? Em dixwazin Rêberê me bi azadî di nava me de bijî, em dixwazin Rêberê xwe bibînin.”