Dagirkeriya li Garê li Kobanê protesto kirin

Welatiyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin. Girseyê berxwedana gerîla silav kir û peyama ‘Em ê bi hev re li ber xwe bidin’ dan.

Bi hezeran ciwanên Kantona Kobanê berê xwe dan Qada Jina Azad û ji wir ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî hebûna gelê kurd bi taybet êrişa dawîn li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê, dest bi meşekê kirin.

Meş ji Qada Jina Azad destpê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina sûcên ku li dijî gelê kurd têne kirin, hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Îto wiha axivî: "Êrîş girêdayî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.”

Îto wiha domand: "Îro dixwazin destkefiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin. Xwe dispêrin hin partiyên kurdî ku li dijî doza kurdî dixebitin. Divê gelê me baş zanibe ku îro dewleta Tirk bi hevkariya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê êrîşî tevahî gelê Kurd dike. Lê baweriya me heye ku gelê me dê li hember vê ajantiyê bisekine."

Mustefa Îto diyar kir ku dewleta Tirk û hevkarên wê hewl dan DAÎŞ û hemû komên terorîst derbasî bajarê Kobanê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca wan heman armanca ji êrîşa dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ye ku tevgera kurdî û hemû xebatê siyasî û leşkerî yên kurdî tune bike."

Paşê daxuyaniyek bi navê pêkhateyên herêma Firatê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Hedla Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, hate gotin ku îro dewleta Tirk ji baregehên li Başûrê Kurdistanê êrîşî çiyayên Garê dike û amadekariyên vê êrişê di navbera dewleta Tirk a faşîst û hêzên Barzanî de hate kirin.

Di daxuyaniyê de, êrîşên dewleta Tirk li xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi taybet êrîşa li ser Garê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: " Em bang li hemû hêzên navneteweyî, herêmî û partiyên Kurdî dikin ku li hember van êrîşan bisekinin. Em bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdî dikin ku helwesta xwe ji îxaneta malbata Barzanî û hevkariya wan bi dijmin re, diyar bikin

Em destekdayîn û girêdanê xwe bi berxwedana hêzên gerîla de radighînin. Ewin ên ku banga Kobanê û Şengalê bi cih anîn û ji bo parastina rûmetê û nirxên gel bi sedan şehîd dan."

Mitîng bi dirûşmeyên şermezarkirina sûcên li dijî gelê Kurd têne kirin, bidawî bû.