Dagirkeran radara parastina hewayî li derdora Eyn Îsayê bi cih kirin

Hêzên Tirk ên dagirker li Eyn Îsayê li nêzî baregehên xwe yên nêzî rêya navneteweyî ya M4 radar bi cih kirin. Êrişên xwe yê li ser bajêr jî dewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, dewleta Tirk li du baregehên ku li nêzî rêya M4 ava kiriye, radar bi cih kir.

ANHA'yê dîmenê radarên ku li herêmê hatine danîn weşand. Ji dîmen tê fêhmkirin ku radar li baregeha nêzî gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsayê hatiye bicihkirin.

Tê gotin ku dewleta Tirk bi taybetî li dijî droneyan sîstema radarê bi cih kiriye.

Dewleta dagirker di Gulana 2020'î de li seranserê eniya şer a li herêmên Cizîr û Firatê sîstemên radarê bi cih kiribûn.

Sîstema radarê di demeke welê de hat bicihkirin ku gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê zêde bûne.

Eyn Îsa û rêya M4 bi taybetî ji 20'ê Mijdarê ve dibe hedefa êrişan. Dewleta Tirk bi bombekirina herêmê hewl dide bi pêş ve biçe.