Dagirkeran li Til Temirê mal û zeviyên çandiniyê şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û zeviyên welatiyên sivîl ên gundên Til Temirê bi domdarî dişewitînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Girê Amiriye ya dikeve ser rêya M-4 a diekve başûrê rojavayê Til Temirê bi guleyan agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundên Amriyê, Erbihîn û Lêlanê.

Welatiyê Gundê Gozeliyê ya li ser rêya M-4 Ahmet Îbrahîm ê ji ANHA’yê re axivî diyar kir ku leşkerên dewleta Tirk zeviyên çandiniyê dişewitîne û got: “Şewat ji nêzî baregehên leşkerên Tirk lê ne destpê kir û belavî gundên din bûn. Di şewatê de malên sivîl û darên wan jî dişewitin.

Îbrahîm destnîşan kir ku dagirker sivîlên ku dixwazin agir vemirînin jî dikin hedef, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku êrîşî sivîlan dikin.