Dagirkeran li Girê Spî zevî şewitandin

Leşkerên Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Huriya û Kopirlika Girê Spî kirin. Ji ber vê êrîşê agir bi zeviyan ket.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrîşî gundên Huriya û Kopirlikê yê li rojavayê Girê Spî kirin. Ji ber êrîşê agir bi erdên li gund ket.

Ji ber êrîşên dagirker gel nekarî biçe şewatê bitefîne û hate diyarkirin ku şewat hê jî didome.