Dagirkeran gundên Eyn Îsa dan ber topan
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên Eyn Îsa û rêya M-4 dan ber topan. Di topbaranê de zeviyên sivîlan şewitîn.
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên Eyn Îsa û rêya M-4 dan ber topan. Di topbaranê de zeviyên sivîlan şewitîn.
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên dikevin rojavayê Eyn Îsa û rêya navneteweyî ya M-4 dan ber topan. Bi topbaranê re agir bi zeviyên çandiniyê yên welatiyên sivîl ketin.
Ji ber şewata dom dike, rêya M-4 hate girtin. Her wiha li ser Eyn Îsa jî tevgera balafirên şer heye.