Dagirkeran carekî din zeviyên Til Temirê şewitandin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan, dîsa zeviyên çandî yên Til Temirê şewitandin. Gule li kesên ku dixwazin şewatê vemirînin jî tê barandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan, zeviyên çandiniyê yên gundên Qasimiyê û Rîhaniyê yên li bakurê rojavayê Til Temirê ku di bin dagikeriyê de ne dan ber agir.

Şewata li herdu gundan derketî gehişte zeviyên gundên derdor, tîmên agirkûj ji ber êrîşên dagirkeran nikarin mudaxeleyî şewatê bikin.