Dagirkeran bombe li gundekî Girê Spî barandin, zevî şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker bi topan bombe li gundê Kopîrlîk ê Girê Spî barand.

Gundê Kopîrlîk ê li rojavayê Girê Spî, saet di 14:00 a herêmê de bû hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker.

Hate ragihandin ku dagirkeran bombe li qadên sivîlan û zeviyên wan ên çandiniyê barandine.

Danê nîvro li gundê Temamiye yê Eyn Îsayê jî zeviyên gel ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin. Şewat li qadeke berfireh belav bû.

Şeva 20'ê Gulanê gundên Hoşan û Xalidiyê yên li rojavayê Eyn Îsayê û rêya navneteweyî ya M-4 bÛ hedefa topbarana dagirkeran. Li herêma ku hate bombekirin agir bi zeviyan ket.

Heman rojê dewleta Tirk gundên Um Şêfa, Til Mihemed, Xirbet Cemo, Îneg El Hewa, Qebir Kebir û Xirbet Xidir ên Zirganê agir berda zeviyan.

Dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka meha Gulanê ve êrişî çandiniyê dide ku çavkaniyeke bingehîn a debarê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li gorî daneyên ANF'ê di serî de li Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şêra, Şêrawa û Kobanê ji destpêka meha Gulanê ve li 20 herêman zeviyên çandiniyê yên gundiyan hatin şewitandin.