Dagirker êrişî Şehba, Şêrawa û Şerayê dikin
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeyên Şêrawa û Şehbayê, her wiha li navçeya Şerayê dibarîne.
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeyên Şêrawa û Şehbayê, her wiha li navçeya Şerayê dibarîne.
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundê Soxanekê, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dike. Heta niha 20 top li gundan ketine.
Dagirker di heman demê de bombeyan li gundê Kefer Naya yê kantona Şehbayê dibarîne. Nêzî 10 top li gundan ketiye.
Bombardûman dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Kiştarê, Kefer Anton, Tat Meraş ên Şerayê û gundên Şewarxayê jî bombardûman dike. Heta niha nêzî 40 top li gundan ketine. Bombardûman dewam dike.