Dagirker bombeyan li Til Rifet û Minbicê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Til Rifet û Minbicê dibarîne.
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Til Rifet û Minbicê dibarîne.
Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de navçeya Til Rifetê û gundê Şêx Hîlal, her wiha rêyên Kefer Naya-Til Rifet û Kefer Naya-Dêr Cimêlê bi giranî bombe dike.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Dendeniye, Seyada û Yanlî barandiye û heta niha nêzî 35 top li herêmê ketine.
Bombardûman dewam dike.