DAÎŞ’iyê Tirk: Dema tevlî DAÎŞ’ê bûm polîs û leşkeran alîkarî da

Yek ji çeteyê DAÎŞ’ê yê Tirk ê girtî got bi bersûcê komkujiyê Tirkiyê Îlhamî Balî re, li ÎHH’yê (Weqfa Alîkariya Mirovî) hev nas kirine. Genelî got, bi rêya Balî tevlî DAÎŞ’ê bûye û leşkerên Tirk alîkarî dane wan.

Têkiliyên DAÎŞ û Tirkiyê her ku diçe zêdetir ronî dibe.  DAÎŞ’iyên ku li qadên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê vegotin bê ka çawa hatine teşwîqkirin.

Yek ji van DAÎŞ’iyan Nevzat Genelî yê 40 salî ye. Genelî yê ku ji Konyayê ye 2014’an cejna Remazanê ji bo tevlî DAÎŞ’ê bibe tevî hevjîn û 4 zarokê xwe bi rêxistiniya Balî û koordîna wê diçe Sûriyê.

Genelî dibêje wê demê dewleta Tirk ew teşwîq kirine û piştî ku li Dîlokê li Agahiyên Giştî nerîne ji wan gotine, ‘’Em dizanin bê ka hûn diçine kû. Hûn li ser rêya rast in. Em jî dixwazin werin lê peywira me ya welatî eye’’ û ew serbes berdane. Her wiha got bê ka li ser sînor leşkerên Tirk çawa alîkarî dane wan ku derbas bibin û bêyî ku pê li mayinan bikin çawa derbasî nav qadên DAÎŞ’ê bûne.

 ‘JI BO ALÎKARIYÊ ÇEND CARAN EZ ÇÛME SÛRIYÊ’

Genelî her wiha got li ser daxwaza komeleyên Konyayê alîkarî ji gelê Sûriyê re birine, wiha çend caran çûye Sûriyê û 2011’an, dawiya salê ji Konyayê bi TIR’an ‘alîkariya mirovî’ birine Sûriyê û got,’’Li ser peywirdaran kincên bi fosfor ên ÎHH’ê hebûn, ew li me jî kirin. Wê demê nûçegihan hatin. Gotin, ‘’ÎHH 10 TIR’an ji Sûriyê re dişine, TIR’ên alîkariyê’’’ û got wan TIR ji Reyhanli derbasî Sûriyê kirine.

ÎLHAMÎ BALÎ DI KOMA ÎHH’YÊ YA NÊZÎ AKP’Ê DE BÛ

Genelî got dema ‘alîkarî’ birî Sûriyê kesekî bi navê Îlhamî nas kiriye, wî eyar dikir ku mirovan tevlî nav DAÎŞ’ê bike, rêxistiniya wê bike û rê eyar bike. Dema ku jê hate pirsin bê ka kesê ku behsê dike Îlhamî Balî ye yan na, dema ku çav li wêneyê Balî ket, piştrast kir ku Îlhamî Balî ye.
Genelî got,’’Rast e, ew kes e. Me alîkarî li Sûriyê Reyhanliyê bi hev re belav kir. Ne carekê, sê caran em çûne Reyhanliyê û ji wir çûne Sûriyê.’’

Genelî got dema ku Balî nas kiriye ew din av koma ÎHH’yê de bû, ku ÎHH nêzî AKP ye.

 ‘BI ORGANÎZASYONA ÎHH’Ê DU CARAN ÇÛME SÛRIYÊ’

Genelî got ew bi organizasyona ÎHH’yê dema ku cara 2’yan çûye Sûriyê bi Balî re danûstantina wî çêbûye, Balî li ser navê DAÎŞ’ê li dihate Konyayê û diçû Stenbolê.

Genelî got wan li Konyayê ji bo ku biçe Sûriyê alîkarî dane hev, kesekî bi navê Îlhamî û çend kesên din hatine Konyayê ew birine, wê demê DAÎŞ’ê ‘xîlafet’ ragihandibû, piştî axaftina Bexdadî bû, ew çûye cem Ayder, li wir Ilhamî dîtiye û wan ew ezimandina mala xwe.

 ‘WÎ EZ VEXWENDIM Û ÇÛNA MIN ORGANÎZE KIR’

Çeteyê DAÎŞ’ê Genelî got Balî li  Konyayê bang lê kiriye ku tevlî DAÎŞ’ê bibe û got, ‘’Dema ku li mala min mêvan bû em axivîn. Got, ‘’Dewleta Îslamê ava bûye. Îslam rengê jiyanê ye. Tu jî were Sûriyê’’. Genelî got Balî nimroya xwe daye û piştre biryar dane ku biçin tevlî nav DAÎŞ’ê bibin.

Çete her wiha got Îlhamî bi telefonê jê re gotiye bê ka wê çawa biçe Sûriyê.

POLÎSÊN TIRK: EM JÎ DIXWAZIN WERIN


Çeteyê DAÎŞ’ê Genelî li ser helwesta polîsên Tirk wiha got:

‘’2014’an cejna Remazanê bi nimêja sibehê re ketim Dîlokê. Hevjîna min û 4 zarokên min li gel min bûn. Ji bo ku wesayitê bibim hevalê min jî li gel min bû. Li Dîlokê  polîsan em dane sekinandin. Agahiyên giştî yên nasnameyên me sheh kirin. Dema ku gotin hûn diçin kûderê?. Me got,’’Em ji xwe re diğerin.’’ Got,’’Hecî abê tu bixêr hatî. Ne girîng e bibêjî bê ka diçî kûderê. Em dizanin ku hûn diçine kûderê. Hûn li ser rêya rast in. Em jî dixwazin werin lê em peywirdar in. Ez li vir peywira welêt dikim.Bi destûra Xwedê em êj î werin. .

Wesayita polîsan wesayitên li ser rê kontrol dike. Ez diyaloga xwe ya bi polîsan re dibêjim. Diyalog enyî wiha ye. Wê demê wiha bû. Em teşwîq  dikirin. Li wir cihekî mezin ê kirin û firotinê hebû, dema ku mirov dikete otobanê. Li ber navenda kirîn û firotinê wê yek li benda me bimaya. Em çûn, li wir kesekî rûgirtî hebû. Em ji wesayitên xwe daketin û li texsiyê siwar bûn. Hevalê ku li gel me hatî bi wesayita min vegeriya. Em bi texsiya ticarî hatin ser sînor.’’

‘DI DEMA DERBASBÛNÊ DE LEŞKERÊN TIRK ALÎKARÎ DAN’

Genelî diyar kir ku bi alîkariya leşkerên Tirk ji sînorê Dîlokê derbasî Raî (Çobanbey)ê bûne û got ku “Nêzî Raîyê bû. Qereqolek li wir bû. Li wê derê tankên dewleta Tirk hebûn. Em 200 metreyan nêzî qereqolê derbas bûn. 3 malbat em ji wir derbas bûn, em 15 kes bûn. Lê ne polîs û ne jî leşkeran pêşiya me negirtin. Berevajî wê alîkarî dan me. 3, 4 walîzên min hebû. Li ser sînor çaleke metreyek, metre û nîvek hebû. Zarokê min ê biçûk nedikarî xwe çeng bike aliyê din. Leşker çû aliyê din min jî çente avêtin. Min jina xwe rakir. Ji bo ku derbasî hember bibe, leşker bi destê jina min girt. Leşker bi destê zarokê min ê biçûk girt û derbasî wî alî bû. Kesî ji me re negot, ka rawestin hûn diçin ku derê.”

‘MIN TÊKILÎ BI ÎSTÎXBARATA TIRKIYEYÊ DANÎ’

Genelî piştî ku derbasî Sûriyeyê dibe, piştî çend rojan wî û malbata wî dişînin Reqayê. Li Reqayê bi qasî 2 mehan di warê leşkerî û dînî de perwerde dibe. Piştî ku vedigere ba malbata xwe, 15 roj şûnde li Tebqadê di êrîşa hewayî ya rejîmê de birîndar dibe. Genelî diyar kir ku ew 6 caran emeliyat dibe.

Genelî got ku, “Dema ez tevî nav DAÎŞ’ê bûm, rewşa min a maddî gelekî baş bû. Min bi xwe tedawiya xwe kir. Dema ku min israr kir ez biçim Tirkiyeyê, gotin qey ez ê birevim lê ez neşandim. Lê pere didan gelek kesên din û ew dişandin. Wê demê de bavê min serî li saziyên li Tirkiyeyê da. Wan nimreya kesekî da min. Ev kes endamê îstîxbarata Tirkiyeyê bû û di nav DAÎŞ’ê de bû. Navî wî Ozbek Alî bû. Ligel ku min gelek caran têkilî pê danî, wî ez nedîtim û dernexistim.”

Genelî diyar kir ku ew ji bo ‘Di dewleta Îslamî de bi pergala biratiyê bijî’ ketiye nav DAÎŞ’ê û got ku “Tiştê ku ez li bendê bûm, min nedît. Emîrên DAÎŞ bê insaf bûn. Me dixwest em ji nav wan derkevin, ez birîndar bûm, jina min jî nedihişt. Îstîxbarata Tirk jî alîkarî neda me. Ji ber wê em wisa man.”

Nevzat Genelî tevî malbata xwe di 3’ê Sibata 2019’an de li Baxoza Dêrazorê derdikeve û teslîmî QSD’ê dibe. Ji wê rojê û şûnde ew di girtîgeheke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye û malbata wî jî li kampa malbatên DAÎŞ’ê dimîne.”

‘DEWLETÊ EM TEŞWÎQ KIR’

Genelî diyar kir ku ji her dera dinyayê mirov tevlî Cephet El Nusra û DAÎŞ’ê bûne û got ku “Hemû jî ji ser Tirkiyeyê hatin. Tirkiyeyê derî û sînorê xwe heta dawiyê vekir. Rojê 500-1000 kes diketin qadê. Ma gelo haya îstîxbarata Tirk ji vî tiştî tunebû?

ÎLHAMÎ BALÎ KÎ YE Û LI KU YE?

Îlhamî Balî yê ku di nav DAÎŞ’ê de navê wî Ebû Bekir Turkî ye, ji Reyhanliya Antakyayê ye. Beriya ku DAÎŞ were avakirin di nav Cephet El Nusrayê de bû. Balî berpirsê qetlîmaên ji 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdara 2015’an e.

Di roportajên bi endamên DAÎŞ’ê re yên di destê QSD’ê de derketibû holê ku Balî di 27-29’ê Gulana 2019’an de li Enqereyê li otelekê hatiye ezimandin. Di roportajan de derdikeve holê ku têkiliyên wî Abdullah Qardaş kûr e. Tê diyarkirin Qardaş dibe ku bibe xelîfeyê nû yê DAÎŞ’ê.