DAÎŞ ambargoya li Rojava weke fersendekê dibîne

Evdilkerîm Omer diyar kiyar ji ber ambargoyan li ser Rojava civak pir tengezar e û got, ''Dema ku problemên aborî çêdibin DAÎŞ vê ji bo xwe weke fersenda rêxistiniyê dibîne û endamên xwe yên veşartî tevdigerîne.''

Evdilkerîm Omer got DAÎŞ û komên çete yên weke wê ambargoyê ji bo xwe weke fersenda 'dîsa tevbigere' dibîne, rejîma Şamê jî ji bo ku aramiya li herêmê tev bide vê bi kar tîne. Omer got, ''Ziyana aborî ya ji ber şerê 10 salan, tesîra qanûnên Sezar, astengkirina alîkariya navnetewî û gelek tiştên din, dibe sedem ku li herêmê problemên aborî derkevin. Em van hemû tiştan û tesîrên vê di hevdîtinên dîplomatîk de gotûbêj dikin. Raya giştî ya navnetewî divê li ser van mijaran destekê bidin.''

Hevserokê Rêveberiya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Evdilkerîm Omer bal kişande ser amborgoya li ser Rojava û dorpêça li ser Rojava, diyar kir ji ber sedema ku rejîma Şamê deriyê sînor girtine problemên giran ên aborî hene û got tenê ji bo saziyên navnetewî derbas bibin derî vekirî hatine hiştin.

Omer got, ''Ji ber Qanûna Sezar ziyan li me dibe. Ji ber ku li herêma me lîreyê Sûriyê derbas dibe. Qanûna Sezar jiyana civakê xirab dike. Her wiha ji ber şere 10 salan aboriya herêmê hilweşiyaye. Dema ku ev hemû têne ser hev rewş li me giran dibe.''

Omer bi berdewamî diyar kir ev probelêm aborî ku behsê kirin tesîrê li ser DAÎŞ'ê û terorê jî dike, girtina Deriyê Sînor ê Til Koçer nahêle ku ew zêdetir projeyên aborî geş bikin û halê hazir destûr nayê dayin ku alîkariya navnetewî bigihije herêma wan. Omer got, ''Raya giştî ya navnetewî divê alîkariya aborî bi herêmê re bike. Divê herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji Qanûna Sezar bêrî bibe. Biryara girtina Deriyê Sînor ê Til Koçer dîsa bibin ber çavan. Raya giştî ya navnetwî divê ji bo alÎkariya li herêmê alternatîfan li ber xwe deyne. Koalîsyona Navnetewî û raya giştî ya navnetewî hewce bike ji Sêmalka an jî bi rêyên din, bikaribin alîkariyê bigihînin. Heke ev alîkarî nebe demên bê wê rewşa aborî ya herêmê girantir bibe.''

Omer li ser tesîra rewşa aborî ya li çeteyên DAÎŞ'ê jî got, ''Dema ku li van herêman problemên aborî dertên DAÎŞ vê ji bo xwe weke fersanda rêxistiniyê dibîne û endamên xwe yên veşartî tevdigerînin. Ev hemû problemên giran in. DAÎŞ wê vê weke fersendê bibîne û dîsa bikeve van herêman. Di hemû hevdîtinên dîplomatîk de em vê dibêjin.''

Omer got duh ew bi şandeyeke Karê Derve ya Emerîkayê re rûniştine û ev mijar ji wan re jî vegotine.

Derheqê nêzîkatiya rejîma Şamê jî Omer got rejîma Şamê ji bo ku li ber Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê astengan çêbike û zexte bike deriyê sînoran girtine, ji bo ku aramiya herêmê têk bibe, di navbeyna Rêveberiya Xweser û gel de nakokiyan çêbike xwestiye ku ji êrîşa ser girtîgeha Hesekê jî sûd werbigire. Omer got, ''Bi ambargoya aborî dixwazin li ber Rêveberiya Xweser astengiyan çêbikin. ''

Omer herî dawî got, ''Raya giştî ya navnetewî bilez divê careke dî li biryara girtina Deriyê Sînor ê Til Koçer bifikire ku bi vetoya NY û Çînê hatiye girtin. Divê derî were vekirin û alîkarî derbas bibin. Ya dî jî divê rêyeke dî ya alternatîf were dîtin. Heke rewş wiha bidome ev ê bandorê li ser gelê herêmê û hewldanên terorê bike.''