Ciwanên Tebqa û Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Rêxistinên ciwanan ên li Tebqa û Reqyaê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê, bal kişand yekan e rêya li dijî dagirkeiryê berxwedan e.

Ciwanên Reqayê li bajarok El-Keramê li rojhilatê Reqayê ji bo redkirina êrişkera Tirk û girêdana xwe bi berxwedanê re teqez bikin daketin qadan. Ji aliyekî din ve Meclîsa Ciwanan a Tebqayê daxuyaniyek da û têde berdewamkirina têkoşînê heya qewirandina dagirkeriyê teqez kirin.

Bi sedan ciwan tevlî meşê bûn. Meş ji ber rêya têketina bajarokê El-Keramê ji aliyê başûr ve destpê kir. Ciwanan li tevahiya kolanên bajarokê meşiyan. Pankartên ku sloganên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û berdewamkirina bêdengiya civaka navdewletî li hember kirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra li herêmên ku di vê dawiyê de dagir kirine hatibûn nivîsandin hildan.

Meş li Qada Selamê li bakurê bajarokê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Ciwanên Reqayê Fîras El-Elî, bi navê Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Fêsel El-Bêrem axivîn. Axaftvanan girêdana ciwanan bi berbijarka berxwedanê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê teqez kirin. Her wiha careke din piştgiriya bi QSD`ê re di xendekên rûmetê de destnîşan kirin. Axaftvanan bang li civaka navdewletî kirin ku dewleta Tirk ji ber sûcên şer ên ku li Sûriyê pêk anîne û destekdayîna wê ji DAIŞ û El-Nusra re, muhesebe bikin.

Li Tebqayê jî ciwanên Tebqayê daxuyaniyek dan raya giştî û têde sûcên dewleta Tirk a dagirker derheqê sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclîsa Ciwanên Tebqayê Rehma Mihemed ve li ber navenda Şehîd Hanî El-Alîs a ciwanên Teqayê li paş sûka navendî bi tevlibûna endamên ciwanan û Yekitiya Jina Ciwan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bûyerên bi lez li herêmê rû didin, di xeta şoreşa Sûriyê de li ser astên hundirîn û derve nuqteyek veguhertinê ye. Ji ber ku Tirkiyê piştî gurbûna aloziya wê ya hundirîn û paşdeçûna aboriya wê bi rêya êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide aloziya xwe derbasî Sûriyê bike.

Di daxuyaniyê de êrîşên hovane li ser herêmên bakurê Sûriyê hatin şermezarkirin. Ev êrîş mal û nexweşxaneyan bi fosforê spî û moşekên pêşketî kirin hedef. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn û bi hezaran ji malên xwe koçber bûn.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navdewletî li hemberî binpêkirinên hovane yên ku dewleta Tirk di derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne hatin şermezarkirin. Her wiha girêdana bi berbijarka berxwedanê û mafê parastina rewa hate teqezkirin.