Ciwanên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşiyan: Em bi gerîla re ne

Ciwanên Kobanê bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê, em ê xiyanetê têk bibin" li dijî dagirkeriyê meşiyan. Meş li navçeya Qinê pêk hat.

Jinên ciwan ên navçeya Qinê ya Kobanê bi meşekê îxaneta malbata Berzanî şermezar kirin û piştgirî dan gerîlayên azadiya Kurdistanê. Meş li pêşiya Meclîsa Navçeya Qinê dest pê kir û heta gundê Êlecaxê domiya.

Di meşê de piştî ku ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû partiyan hate kirin ku bila li hemberî îxaneta malbata Berzanî bêdeng nemînin û hate gotin “Faşîzma dewleta Tirk bi destê malbata Berzanî li ser Kurdan siyaseteke pir qirêj dide meşandin. Di navbera dewleta Tirk a dagirker û malbata Berzanî de ji bo têkbirina gerîlayên azadiya Kurdistanê planên pir qirêj tên kirin.  Em jî diyar dikin ku em ê bi her awayî piştgiriyê bidin gerîlayan û ji me çi were xwestin em amade ne.

Xeyala dewleta Tirk ev bû ku deriyê Çiyayê Qendîlê were tune kirin lê xeyalên dewleta Tirk û ya malbata Berzaniyan li Zap, Avaşîn û Metînayê têk diçe. Divê neyê jibîrkirin di temamê dîrokê de malbata Berzanî her dem xayîntî û îxanet kirine."

Di daxuyaniyê de bang li hemû gelan û ciwanan hate kirin ku ji bo têkoşînê rabin ser xwe û li hemberî siyaseta dewleta Tirk û ya malbata Berzanî dest bi çalakiyan bikin.