Ciwanên Efrînê giraniyê didin ser perwerdeyê

Ciwanên Efrînî yên li herêma Şehbayê diyar kirin ku wan dema şewba koronayê û qedexeya derketina derve ji bo xwe weke derfeteke xweperwerdekirinê dîtin û bi vê têgihiştinê tevdigerin.

Ciwanên Efrînê yên li herêma Şehbayê qala karê xwe yê di dema qedexeya derketina derve de kirin.

Endamê Rêveberiya Ciwanên Şoreşger a Kampa Berxwedanê Reşîd Silêman bi bîr xist, ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re rêveberiya xweser ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê hin tevdîr wergirt û got, "Gelê me gelekî berxwedêr e. Lewma di nava şert û mercên vîrûsa koronayê de jî di berxwedana xwe de israr kir û ti carî qebûl nekir ku teslîmî nexweşiyê bibe."

Reşîd Silêman anî ziman ku li gel komîteya tenduristiyê, her wiha tevgera ciwanan jî ji bo parastina gel xebitî û got, "Nexweşî hîn bi dawî nebûye, xeterî didome. Gelê Efrînê li gel berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê her wiha li gorî biryarên rêveberiya xweser ên li dijî nexweşiya korona jî tevdigere."

Silêman diyar kir, di demekê de ku dinya li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî wan girantir kiriye û destnîşan kir, ku ew jî berxwedana xwe didomînin.

Reşîd Silêman anî ziman ku wan tevdîra mayina li malê ji bo kûrbûnê ji xwe re weke firsendekê dîtine û bi perwerdekirina şexsî vê pêvajoyê bi kêrhatî derbas dikin.

Silêman bang li ciwanan kir ku xwedî li biryarên rêveberiya xweser derkevin, lê di heman demê de berxwedana serdemê xurt bikin, ji bo vegera li Efrînê misoger bikin.

Endama Koordînasyona Xwendekaran Sema Osman jî destnîşan kir ku bi navê tevgera xwendekaran wan jî di vê demê de giranî daniye ser perwerdeya şexsî û xwendina xwe bi xwe didomînin, lêkolînan dikin.

Hevserokê Desteya Ciwan û Sporê Mihemed Wês jî diyar kir ku ciwanên pêşketî wê civakê jî bi pêş bixin, lewma bi vê têgihiştinê wan di vê demê de giranî daniye ser pêşketina şexsî û têgihiştinê.