Ciwanên Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk û PDK'a hevkar protesto kirin

Ciwanên şoreşger ên herêma Efrînê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagiker û hevkariya PDK'ê ya li gel dagirkeriyê ya li ser qadên gerîla protesto kirin.

Bi tevlîbûna sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê êrîşên dewleta Tirk a dagiker û hevkariya PDK'ê ya li gel dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" vekirin.

Meş ji deriyê ketina bajarokê destpê kir û bê navber diruşmeyên şermzarkirina êrîşên PDK'ê yên li ser qadên gerîla berz kirin.

Meş li naverasta bajarokê rawestiya û axaftin hatin kirin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Diyar Efrîn bang li ciwanan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk û xiyanetê têkoşînê geş bikin û got: "Di asta yekemîn de em ciwan berpirsên parastina xak û gelê xwe ne, nabe em li hemberî êrîşên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê bêdeng bin. Tu hêz nikare vîna me bişkîne, ji ber ku vîna me xurt e û em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Efrîn destnîşan kir ku ti ferq di navbera dijmin û PDK'ê de tineye, her du jî li dijî doza Kurdan disekinin û wiha domand "Karê ku PDK'ê dike nakeve xizmeta doza Kurd, dijmin jî heman tiştî dike. Ji ber vê yekê ti ferq di navbera wan de tine ye, her du jî dixwazin ji bo berjwendiyên xwe me tune bikin."

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û protestokirina xiyanetê bi dawî bû.