Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriye li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan bûn-NÛ BÛ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Cwan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Garê li Dêrik, Girkê Legê û Minbicê li qadan bûn.

Gel ên li Dêrik, Girkê Legê û Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan êrîşên dagirkeriyê yên li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

DÊRIK

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrikê ji bo şermezarkirina êrîşan xwepêşandanek lidar xistin û banga serhildanê li dijî dagirkeran kir.

Ciwanên navçeya Dêrikê li Qada Azadî kom bûn û bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê re, dem dema tolhildanê ye, teqez em ê bi ser kevin” dest bi xwepêşandanê kirin. Ciwan bi dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêma Garê û silavkirina berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) berz kirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Şehîdan a Dêrikê veguherî mîtîngê. Di mitîngê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Çekdar Amed daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dijwarî êrîşî herêma Garê û Hêzên Parastina Gel (HPG) dike.

Her wiha hate destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan amade ne tevlî berxwedana Garê û gerîlayên HPG`ê ya li dijî planên dewleta Tirk a faşîst bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurdistanê, gelê Kurd û gelên herêmê hate kirin ku li hemberî hovîtiya delweta Tirk û êrîşên wê yên li dijî çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya serferberiyê ragihînin.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, bi navê dayikên şehîdan û şêniyên Dêrikê Xalsa Abdullah wiha axivî: “Em berxwedana HPG`ê pîroz dikin. Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêm û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin. Em fedekariyên ciwanên gelê xwe li dijî planên li ser gelê Kurd bi nirx dibînin. Em soz didin şervanên xwe ku em ê ji bo bidawîkirina planên dagirkeriya Tirk, xwedî li wan derkevin.”

Xalsa bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewelat Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê şermezar kir.

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana HPG`ê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve êrîşî herêma Garê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Girkê Legê daxuyaniyek da û serferberî ragihand.

Bi dehan ciwan û şêniyên Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat kom bûn. Piştre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rîhan Temo daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komployên li dijî gel û herêmên me berdewam in. Êrîşên ku ji duh ve berdewam in, berdewama wan komployan e û hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e pêk tên.

Ev êrîş di çarçoveya lihevkirinên di navbera AKP`ê û PDK`ê de pêk tên. Ev yek îsbat dike ku komployeke mezin li dijî gelê Kurd tê meşandin.”

Li gel hewldanên pêkanîna yekîtiya Kurdî, PDK`ê bi dijminê gelê Kurd re kar dike. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiyê û neteweya demokratîk li ber xwe bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagiker li dijî herêma Garê seferberî hate ragihandin.

MINBIC

Bi heman armancê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê û gundewarên wê daxuyaniyek dan raya giştî. Ciwanan gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û gundewarên wê Ehmed El-Cemîlî daxuyanî xwend. Endamên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan li Stada Beledî ya li bajêr kom bûn.

Ciwanan komplo û gefên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ev êrîş hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e pêk tên û armanca wê ew e ku komployê vejînin, ji ber ku komplo ne tenê li dijî Ocalan bû lê belê li dijî tevahiya gelên azadîxwaz û demokrat e.

Ciwanan dewletên ku destên wan di êrîşên faşîst ên li dijî vîna mirovên azad de hene, şermezar kirin.

Ciwanan her wiha destnîşan kir ku wê li hemberî van êrîşan û gefan bisekinin û gotin: “Ji bo parastina tevahî mirovahiyê, em ê li eniyên pêş cih bigirin.”

QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û piştigiriya berxwedana Garê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Qamişloyê meşeke girseyî lidar xistin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star û saziyên civaka sivîl bi girseyî tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankartên "Em xwediyê vê axê ne, Erdogan dagirker e û gerek were darizandin", "Em êrîşa hovane ya dewleta faşist a Tirk şermezar dikin" û "Em ê li hemberî hemû hevpeymanên ku rûmet û nasnameya me dikin armanc, li ber xwe bidin" hatin rakirin.

Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana HPG`ê" û "Bimre îxanet" ji çerxerêya Osman Sebrî a Qamişloyê destpê kir. Meş li ber çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ferhan Qertimênî axivî û da zanîn ku hemû destkeftiyên heyî û jiyana hevbeş a di nava pêkhateyên herêmê de, bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in.

Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mîlad Delî da xuyakirin ku bila dewleta Tirk bizanibe ew ê heta dawiyê hebin û ew ê milîtanê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bin û wiha got: "Bila dayikên şoreşgeran û şehîdan bizanibin ku em ê her roj soza xwe bi wan re nû bikin."

Delî eşkere kir ku ew jî wekî ciwanên Qamişloyê tev li seferberiya ku tevgera Ciwanên Kantona Kobanê ragihandibûn, dibin.

Mitîng bi sloganên "HPG`ê bi te re ne heta mirinê" bi dawî bû.