Ciwanên Şehbayê berxwedana gerîlayan silav kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê gerîlayan ku bi mehane li hemberî dewleta Tirk a dagirker li berxwe didin silav kirin.

Bi sedan ciwan li gundê Til Qerah a girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de ku li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan weguherî mîtîngê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Hesen axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve vala hatiye derxistin. Hesen anî ziman ku di şexsê gerîla de gelê Kurd û bi taybetî ciwan tê armanckirin û wiha pêde çû: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan me faşîzma dewleta Tirk vala derxist. Em ti carî serî netewînin.”

Ehmed Hesen bal kişand li ser sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne û got ku heya Efrîn azad dibe ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.