Ciwan li hemberî êrîşên li ser Şengalê daketin qadan

Ciwanên Herêma Firatê li hemberî êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

Ciwanên Herêma Firatê li hemberî êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî daketin qadan û li hemberî êrîşan meşiyan. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê ve hate lidarxistin. Meş ji qada Jina Azad heta qada Şehîd Egîd berdewam kir. Di meşê de pankartên “Li hemberî xiyaneta dagirkeran werin cenga azadiyê“ û “Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê“ hildan.  Ciwanan di meşê de timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê“ û “Bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.

‘LI HEMBERÎ GELÊ KURD ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ PÊK TÊN‘

Berî meşê ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xwinav Xelîl axivî. Xelîl anî ziman ku bi rojan li hemberî gelê Şengalê êrîşên qirkirinê pêk tên û wiha got: “Kesên niha êrîşî Şengalê dikin, ew kesin ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir eniyên xwe berdan û gelê Şengalê bê parastin hiştin. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir gelo PDK û hêzên Iraqê li kû bûn? Niha bi kijan rûyê êrîşî gelê Şengalê dikin. Divê êdî ev hêz destê xwe ji xwîna Kurdan bikêşin. Em ê li hemberî êrîşan bi civaka xwe ya Êzidî re bin.“

‘EM Ê ALA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ BILIND BIKIN‘

Di daxuyaniyê de Xelîl bal kişan li ser polîtîkayên dewleta Tirk û PDK’ê li ser ciwanan û got: “Ev hêz bi şerê taybet dixwaze ciwana ji holê rakin. Em ê tu carê neyên lîstikên Tirkiyeyê û PDK’ê em ê timî ala têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.“

BANGA SEFERBERIYÊ

Di dawiyê de Xelîl, li hemberî êrîşan banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Li hemberî êrîşan bi ruhê berxwedana gerîla dakevin qadan. Em li her cihê têkoşîna xwe bilind bikin û em ê timî li pişt gerîlayên azadiyê bin.“