Cenazeyên şervanên YPG’ê Kamîran û Umer hatin veşartin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyên du şervanên YPGʹê Kamîran Xuzaa û Umer Xanîka veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeyê cenazeyên du şervanên YPGʹê Samî Rixîs (Kamîran Xuzaa) û Cabir Rixîs (Umer Xanîkê) yên ku 2ʹyê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, Nexweşxaneya bajarê Qamişlo wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Raxib Etiye ya li gundê Salihiye ve ketin rê.

Di merasîma cenaze de endam û rêveberên Saziyên Civaka sivîl, Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê û şervanên QSDʹê amade bûn.

Li goristanê girseya dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ, ʺEy şehîd xwîna te li erdê namîneʺ û ʺBijî berxwedana QSD/YPG/YPJʹêʺ berz kirin. Merasîma bi deqeyek rêztina leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Mihemed Xilêwî û Hevseroka Meclîsa navçeyê Salih Xelef axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên herdu cangoriyan re xwestin û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku gelên herêmê li hember van êrîşan hevgirtina xwe xurt dikin.

Di dawiya axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina tevahî Kantona Efrînê hate dayîn.

Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan bi dirûşman ve hatin veşartin.