Cenazeyên şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên 2 şervanên li Minbicê şehîd bûn, bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlî bûn hatin veşartin.

Bi sedan mirovên bajarê Minbicê doh beşdarî merasîma oxirkirina her du şehîdan Ebas Mihemed El-Îsa ku şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû û di 15`ê meha Gulanê şehîd bûbû û şehîd Misab Cûma El-Miftah ku endamê Hêza Ewlehiya Hundirîn bû û di 16`ê meha Gulanê di encama teqîneke ser destê terorîstan ku Hêzên Hewarî kiribû armanc, şehîd bûbû, li goristana şehîdan bûn.

Girseya gel her du cenaze ji Nexweşxaneya Firat a girêdayî bajêr wergirtin û karwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve çûn. Dema karwan gihaşt goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Paşê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemed El-Hemdan axivî û got: "Bajarê Minbicê bi berdewamî li djiî terorê radiweste û şehîdan di vê rêyê de dide."

Piştî Îbrahîm, li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn yek ji fermandaran Selah Cuma axivî û da zanîn ku hemû hewldanên terorîstan ku ewlehî û aramiya bajarê Minbicê dikin armanc, têk çûn. Selah di dawiya axaftina xwe de got şehîd canê xwe ji bo ronîkirina rêya nifşên nû dikin qurban, paşê soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Her wiha di merasîma oxirkirinê de, li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê cîgirê dîwana Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Cuma El-Heyder axivî û destnîşan kir ku şehîdan perwerdeya xwe li ser hezkirina welêt û fedekariyê dîtine, ji ber vê yekê di oxira parastina welat de şehîd bûn.

Cuma El-Heyder di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha anî ziman: "Em in ên dara azadiyê li welatê xwe çandin û parastina wê jî erka me ye, lewma em şehîd li pey şehîdan didin.”

Di dawiyê de cenazeyê her du şehîdan li goristana bajarê Minbicê hatin oxirkirin, paşê bi boneya Roja Şehîdan ku roja 18`ê Gulanê ye, find li ser gorên şehîdan hatin vexistin.