Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Abdullah Ocalan divê azad bibe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku divê Rêber Apo azad bibe û berxwedana Rojava silav kir. 

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Meş di roja 4’emîn de li Mêrsînê bi rêze çalakiyan dewam kir. Piştî meşê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî li otelekî li hev civiyan. Di hevdîtinê de ewil Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete mafê axaftinê girt. Kete bal kişand ser komkujiyên di meha Kanûnê de û anî ziman ku pêwîstiya welat bi aştiyê heye.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bal kişand ser komkujiyên di meha Kanûnê de û kesên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Ûçar bal kişand ser armanca Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê û wiha got: “Em di demekî krîtîk de ne. Meşa azadiyê ya gelê Kurd tevî hemû polîtîkayên îmha, asîmîlasyon û qirkirinê jî sed sal in dewam dike. Li Tirkiyeyê derbarê pirsgirêka Kurd de divê her kes xwedî gotin be.” Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku ew ê sibê li Enqereyê li pêşiya Meclîsê bin û wiha got: “Li gorî me berpirsyariya herî mezin a gelên Tirkiyeyê ye.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser “pêvajoya çareseriyê” û diyar kir ku wê demê bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî “Plana Çokdanînê” xistine dewrê û anî ziman ku ev plan hîna jî didome û got: “Ji ber vê yekê sedsala duyemîna a li pêşiya me di serdemekî krîtîk de ye. Yan em ê dubarebûna sedsalê bijîn yan jî tevî hemû mekanîzmayên zextê yên dewletê jî em ê wê sedsalê biguherînin.”

Ûçar bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û anî ziman ku ew çawa duh xwedî li Kobanê derketine wê îro jî wê xwedî li Rojava û nirxên ku Rojava afirandine derkevin.
Ûçar diyar kir ku ev sedsal çareseriya pirsgirêka Kurd ferz dike û anî ziman ku muxatab û mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Muxatabê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.