Enternasyonalîstan ketin salona rûniştinê ya PE’yê: Ji Rêber Apo re azadî!

Ciwanên enternasyonalîst ketin salona rûniştinê ya li Parlamentoya Ewropayê û azadiya Rêber Apo xwestin. 

Ciwanên enternasyonalîst li Parlamentoya Ewropayê ya bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya bêîatiya sivîl li dar xistin. Ciwanan bi hilgirtina posterê Rêber Apo û pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re Azadî, li Rojhilata Navîn ji bo çareseriyekî aştiyane azadî- Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rawestînin” û berzkirina dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ketin hundir û parlamenteran jî bi çepikan piştgirî dan. 


Di çalakiyê de danezanên derbarê pergala êşkence û qirkirinê ya tecrîda Îmraliyê de hatin belavkirin. 


Çalakvanan ev daxuyanî dan: 


“Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku berpisyariyên xwe yên demokratîk bi cih bîne û rêzê li hemberî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bigire. Em bang dikin ku sûcên şer ên dewleta Tirk û dagirkeriya wî ya berdewam ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin. Em daxwaz dikin ku zextê li Tirkiyeyê bike û Abdullah Ocalan ku mifteyê diyaloga demokratîk a di navbera gelan de ye bi awayekî fîzîkî serbest bê berdan. Divê şert û mercên ewlehiyê û xebatê were garantî kirin û hemû nûnerên gel beşdarî pêvajoya muzakereyê bên kirin. Bêyî van şert û mercan li Rojhilata Navîn şert û mecên aştiyê nayên afirandin.”