Li Berlînê çalakiya piştevaniya bi Rojava re
Li paytext Berlînê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina li Rojava hate kirin.
Li paytext Berlînê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina li Rojava hate kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Koma Simurg a Tevgera Hunerê ya Jinê ya Mizgîn a Ewropayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hate lidarxistin.
Hunermend û aktivîstên ku li Qada Alexanderplatzê li hev civiyan, hem çanda Kurd dan naskirin û hem jî banga piştgirîdayîna li gelê Rojava kirin.
Çalakiya ku li Alexanderplatz ku yek ji qadên herî qerebalix ên Berlînê ye, li ber stranên Kurdî hate lidarxistin eleqeyekî mezin dît. Koma Simurg a Kolektîfa Berlîn ku di binesaziya Tevgera Hunerê ya Jinê ya Mizgîn de xebat dike û Hunermend Cengîz Yazgi stranên Kurdî gotin.
Di çarçoveya çalakiyê de li ser navê Heyva Sor stand hate vekirin. Di standê de bal kişandin ser encamên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û îşaret bi girîngiya piştevaniyê hat kirin. Xwebexşên Hevya Sor a Kurdistan banga alîkariyê kirin û girîngiya piştevaniya bi gelê Rojava re ji kesên serdana standê kirin re ragihandin.